Nesredîn Birhik Pakrewanê gotina rastiyê

Nesredîn Birhik Pakrewanê gotina rastiyê

Hêvî Delî- Qamişlo
Hejmarek kesayetên Kurd xwedî rol û bandor di tevgera siyasî û civakî ya Kurdî de navên xwe bi tîpên zêrîn di dîroka Kurdayetiyê de nexişandin, yek ji wan xebatkar û pakrewanê gotina rastiyê "Nesredîn Birhik" Bavê Ela, kesayeteke welatparêz e ku herdem di bîr û baweriya gelê xwe de ye.
Derbarê salvegera şehîdbûna xebatkar Nesredîn Birhik, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya PDK-Sê Nafi' Ebdela ji Rojnameya Kurdistan re axivî û wiha got: Siyasetmedar û têkoşerê Kurd Bavê Ela bi netewbûn û niştîmanperweriya xwe di nav Kurdan de di hat naskirin û kesayetiya xwe ji bo kar û xizmeta azadiya milet û mafê gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê terxan kiribû, û roleke wî ya berbiçav di nava tevgera siyasî ya Kurd li Kurdistsna Sûriyê hebû, û berdewam karên wî di berjewendiya gelê Kurd e bûye.
Nafi' Ebdela wiha derbarê xebat û jiyana Birhik berdewam dike û dibêje, Bavê Ela ji destpêka ciwaniya xwe ve tevlî nava refên Partî bû, û ji bewriya wî ya bihêz di raman û hezkirina netewî û piştevaniya wî ji ciwanan re, wî kar di gelek rêxistinên xwendekaran de dikir, û karekî bêhempa encam dida, û ji ber kar û bîr û baweriya wî bi rêbaza Barzaniyê Nemir di sala 1998 an de, Birhik wek Endamê Mekteba Siyasî ya PDK-S hate hilbijartin, û Birhik bi dilpakî û dilsozî li ser rêya Barzaniyê Nemir, niştîmanperwerî û xizmeta miletê xwe di nava rêzên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de berdewam kir, û ji ber vê yekê jî Şehîd Nesredîn Birhik bû armanca rejîma Esed û gelek caran ji aliyê rejîmê ve gef lê dihatin kirin, û di sala 2004an piştî beşdarbûna wî di serhildana 12ê Adarê de, û daxwazên wî ji bo doza azadiya gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê ew hate girtin. Viyana hezkirina Birhik ya niştîmanperwerî ji rêbaz û kar û xizmeta Kurdayetî de di sala 2009an, careke din ji aliyê rejîmê ve hat zindankirin, lê ev astengî nebûn kelem li pêşiya berdewamiya xebata Birhik ya netewî, û wî xebata xwe berdewam kir heta ku şehîd bû.
Ji aliyê xwe ve, Endama Komîteya Herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya Lava Delî wiha derbarê Şehîd Nesredîn Birhik got: Nesredîn Birhik Pakrewanê gotina rastiyê, xwedan karîzmayeke siyasî û civakî bû, û cihê xwe di nav civaka Kurdî de girtibû û kesayetiyeke dilpak û dilsozê dibistana Kurdayetî û netewî bû ji bo nehiştina êş û azarên miletê xwe, di dawiyê de rêzdarî ji xwîna pakrewanan re yên jiyana xwe ji bo parastina doza Kurd terxan kirin .
Şehîd Nesredîn Birhik
Di roja Duşemê 13-02-2012an de, şehîd Nesredîn Birhik ji aliyê grûpekî çekdar ser bi PYD ve hate gulebarankirin, ji bo nexweşxaneya Nûr ya Qamişlo hate veguhestin. Lê ji ber giranbûna birînên wî ji bo nexweşxaneya Martînî ya Helebê hate veguhestin, tevî ku jê re çend neştergerî hatin kirin, lê ji ber birînên wî yên giran di 22-2-2012an jiyana xwe ji dest da û şehîd bû. Şehîd Nesredîn Birhik li gundê Kevrê Dena yê ser bi Çilaxa ve. Sala 1960î de ji dayîk bûye, xwendina xwe ya seretayî û navendî li Çil Axa xwend, û ya amedayî li bajarê Hesekê berdewam kir, û li Dêrezorê bawernameya peymangeha Pêşesazî beşê Elektirîkê bi dest xwe ve xist.