Hebûna PKK hinceta Tirkiyê ye ji bo dagîrkirina bajarên me

Hebûna PKK hinceta Tirkiyê ye ji bo dagîrkirina bajarên me

Kurdistan
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bang li civaka navdewletî dike, grûpên çekdaran ji Serê Kaniyê û Girê Sipî derbixin û rê ji bo vegera koçberan xweş bikin. Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro daxuyaniyek di salvegera êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên opozîsyona Sûriyê li ser herêmên Serê Kaniyê û Girê Sipî yên Kurdistana Sûriyê de belav kir. Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihand, artêşa Tirkiyê bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya netewî ji PKKê, êrîşî ser Serê Kaniyê û Girê Sipî kir. Bi vê êrîşa Tirkiyê re, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê jî êrîş kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin: Ji ber operasyonên leşkerî, bi dehan xelkê herêmê ji hemû pêkhateyan, neçar bûm koçber bibin. Ew di heyama du salên borî de jî di rewşeke xirap de dimînin. ENKSê tekez kir, grûpên çekdaran binpêkirinên herî hovane li dijî sivîlan kirin, ji dizî û talankirina mal û milkên wan û heta cihên şûnwarî û perestgehan. Herwiha gelek welatiyên Kurd ên di malên xwe de man jî revandin û dan bin eşkencedanê ku vê yekê jî hîşt ewên mane jî koçber bibin. ENKS dibêje, tevî nerazîbûn û şermezarkirina rêxistinên mirovî, navdewletî û Kurdî ji van binpêkirinan re, lê ew binpêkirin nehatin rawestandin û ne dewleta Tirkiyê û ne civaka navdewletî, rê li ber wan binpêkirinan girtin.Herwiha ENKS di daxuyaniya xwe de diyar kir, “Rapora Komîta Lêkolînê ya Navdewletî ew û binpêkirinên ji aliyên Artêşa Niştimanî ya Sûrî ve li herêmên Kurdî hatine kirin, wekî tawanên şer bi nav kirin.” Di daxuyaniyê de hat gotin: “ENKS di salvegera duyemîn a vê êrîşê de, tawan û binpêkirinên li ser xelkê Serê Kaniyê û Girê Sipî hatine kirin, bi tundî şermezar dike û bang li civaka navdewletî û dewletên pêwendîdar bi dosyaya Sûriyê û di serî de Amerîka, Rûsya û Tirkiyê dike, grûpên çekdaran ji herêmê derbixin, rê ji bo vegera koçberan xweş bikin, rêveberiya wan herêman radestî xelkê wê bikin û tawanbaran bidin dadgehan.”
Mihemed Omran wiha li ser vê mijarê dibêje, birastî bajarê PKK lê hebe dê rastî karesatan were,û dê were dagîrkirin, wek çawali Efrîn û Serêkaniyê û Girêsipî, herwiha hin deverên li Herêma Kurdistanê, hebûna vê partiyê li her deverekê dibe hincet ji bo Tirkiyê da ku dever û navçeyên me dagîr bike û em vê yekê jî bi çavê xwe dibînnin, bi rastî heger sînorek ji vê partiyêre neyê danîn dê zirareke mezin bighê Kurdan li her çar perçeyên Kurdistanê, û dê rastî êrîşên dagîrkeran werin, ev partî xizmeta dijminê gelê Kurdistanê dike û ti carî di berjewendiya Kurdan de kar nekiriye,lewma divê kareke cidî were kirin heta ku kiryarên vê partiyê werin rawestandin û rê li ber were girtin heraku nikaribe ti kiryareke din derheqê xelkê me de bike û bi taybet li Kurdistana Sûriyê .
Telal Ehmed jî li ser vê mijarê wiha dibêje, heger em bala xwe bidnê, emê bibînin ketina hemî wan bajarên Kurdê li Kurdistana Sûriyê ji ber kiryarên PKK bûye, lewma divê karekî niştîmanî werekirin, û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di vê derbarê de bixebite, û gavên baş bavêje û xelkê me ji kiryarên nehênî yên vê partiyê agahdar bike, heta ku milet bi rêya şaş ya vê partiyê neçin.
Fêsel Qadir jî wiha li ser vê yekê dibêje, binpêkirin li Serêkaniyê û Efrîn û Girê Spî têne kirin, û divê civaka navdewletî di vê derbarê de karekî bike, û binpêkirinên derheqê miletê me rawestîne, û bê dengiya xwe beramber binpêkirinan nehêle, herwiha divê rêxistinên civaka sivîl jî bêhtir kar ji bo van deveran bikin.