Revandina zarokan tawan e

Revandina zarokan tawan e

Kurdistan-Dîlan Ebdulbaqî
Di vê dema dawî grûpên ser bi PYD hejmareke zarokên temenên wan di jêr 18 salan de ji gelek deverên Kurdistana Sûriyê revandine, û ew berev cihên nediyar ve birine, bê ku meriv û malbatên wan werin agahdarkirin.Dayika yek ji wan keçên hatine revandina ji Rojnameya Kurdistan re got, keça wan ji aliyê grûpa bi navê ciwanên şoreşger hatiye revandin û ew cihê wê nizanin, û wan çend caran serdana aliyên peywendîdar jî kiriye lê ti aliyekî bersiva wan nedaye, herwiha daxwaz ji hemû aliyan dike alîkariya wan bike daku keça wan vegere mal ji berk u zarok e û ew bi xwe jî nexweş e.
Welatiyek ku beşdarî di xwepêşandanên dijî revandina zarokan li Qamişlokiribû ji Rojnameya Kurdistan re got, hêzên ser bi PYD bi awayekî hovane êrîşî me kirin û nehiştin em daxwaza mafên xwe bikin, divê zarokên me di zûtirîn dem de serbest berdin, ev yek li dijî pransîpên mafên mirovane.