Divê ENKS çalakiyên aştiyane li dijî kiryarên PYD berdewam bike

Divê ENKS çalakiyên aştiyane li dijî kiryarên PYD  berdewam bike

Kurdistan-Îsa Xelîl
Di dawî çalakiyên Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKS li bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê, dengekî mezin veda, xelekî zêde li dora ENKS hebû ku daxwaza serbestberdana girtiyan û erzankirina nirxê sotemniyê li deverên Kurdî dikirin.Cemîl Mûsa wiha dibêje, divê Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKS çalakiyên xwe zêde bike, û raneweste heta ku ev kiryar werin rawestandin,ji berku Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD tenê bi vî zimanê fêm dike, û ew ti carî danpêdanê bi danûstandinan nake, û xwe ji giftûgoyan direvîne. PYD ji hêza gel ditirse, û xelkê jî isbat kir ku ew ji ti aliyekî natirse.Beşar Hesen wiha dibêje, ENKS xwedan cemawerekî mezin, û ev cemawer deli pişta ENKS be, lewma divê ENKS daxwazên cemawerên xwe bicih bike,û xwe ji meydanê nede aliyekî û xelkê xwe bi tenê di dev gur de nehêle, û tekez Encûmen dev ji heval û alîgirên xwe ti carî bernade.