Divê bikujên Emîn Îsa El-Elî di zûtirîn dem de werin eşkerekirin

Divê bikujên  Emîn Îsa El-Elî di zûtirîn dem de werin eşkerekirin

Kurdistan
Malbata Emîn Îsa El-Elî bang li hemû aliyên navdewletî, rêxistinên yasayî û mirovî, Hevpeymaniya Navdewletî û komîteyên pêwendîdar ên Netewên Yekgirtî dike, ta ku hûrgiliyên tawana kuştina kurê wan di bin eşkenceyê de werin aşkerekirin. Malbata Emîn Îsa El-Elî di daxuyaniyekê de ragihand, “Hêzeke Asayişê roja 22/5/2021 Emîn Îsa El-Elî wek şahidê li ser dozekê ji mala wî ya li Hesekê birin, lê me termê wî roja 28/6/2021 wergirt û şûna eşkenceyên hovane li ser gewdê wî hebûn.” Malbatê di daxuyaniyê de hûrgiliyên eşkenceya li Emîn Îsa hatine kirin diyar kirin û ragihand, ev tawan di nava raya giştî û civaka nevdewletî de deng veda û rastî şermezarkirinê hat û hat xwastin ku tawankar bêne naskirin û dadgehkirin, lê piştî derbasbûna demeke dirêj, ti encam ji aliyê serkirdatiya HSDê ve nehatin aşkerekirin. Malbatê diyar kir, wan helwesta xwe berê ji raya giştî re ragihandiye ku ew amade ne careke din gora Emîn li pêş dezgehên ragihandinê, xelkê û kesên pispor vekin û pişknîn li ser termê wî bê kirin. Herwiha Malbata Emîn Îsa Elî bang li hemû aliyên navdewletî, rêxistinên yasayî û mirovî, Hevpeymaniya Navdewletî û komîteyên pêwendîdar ên Netewên Yekgirtî kir ku li aliyên wan rawestin û fişarê bikin ta ku lêkolîneke dadwerane were kirin û hûrgiliyên tawana kuştina kurê wan werin aşkerekirin.