Zilma siyasî dibe sedema asêkirina asoya zanistî

Zilma siyasî dibe sedema asêkirina asoya zanistî

Mahir Hesen-Elmanya

Çûna nav rewşek a şer li deverên Kurdan de ji destpêka kirîza Sûrî nîşan dide, û diyar bû ku gera dîplomatîk de jî, banga rawestandina binpêkirinên li dijî Kurdan li Sûriyê kêm bû. Lê ev nayê vê wateyê ku ew di doza xwe de berdewam nakin, û nabe ku Kurd li hemberî dijberên xwe neçar bimîne û dev ji hin daxwazên xwe berde.
Di warê binesazî, xizmet û mercên jiyanê de, Kurd di rewşek pir lewaz û giraveke bêhedan de derbas dibin, ne ji bo Oposîsoyn û ne jî rejîmê re ewqas cihê xembariyê ye. Ew bi demokrasiyek leylanî , xapandin û bêhêvîtiyê û hêrsbûnê bi kurdan dikin û bi ser wan de divereşin!
Pirs tête kirin : Hûrguliyên ku cûdahiya negatîf an erênî di navbera Partiyên Kurdan de çêdikin, heye ku di dawiyê de derbas bibe?!
Ji bo çi desthilatdariya PYDê dest bi lêgerîna razîbûna civakê û miletê xwe nakin, heya ku di rêza pêşîn de pileya yekem mafên kurdan li Sûrî be li gorî yasayên Navdewletî bidine naspêdan. Tenê li razîbûna pêkhatiyên deverê digere û xwe li ber wan sist dike û serserê kurdan ewqs mêrxas û degel dibe.

Ji ber vê yekê, bi destveanîna jîyanek xweş an aza heya bête peyda kirin, bi piştgirîyek zanistî û gotinên realîst dive, lê PYD e kesên zikreş û duxum dide pêş , û silogan û durşmên pkk bilind dike hemberî ENKS weku nîşanekê an jî nameyekê ku mirovên kor tê bigihe ew dijî bi dawî anîna şer in. Çingo PKK bi şeran temenê xwe dirêj dike û miletê xwe di xapîne û xwe bi şehîdan mezin dike.

Di veguhastina pergala desthilatdariyê de, bi derketina serdeman û çirûskên biratiya gelan ên di dîrokek bi dijminê me re damezirandin û hilweşîna daxwazên ava kirina dewletê , ku ev bingeha prensîbên ku ji hêla pergalek siyasî a PKK ve hatine ferz kirin, lê belê tev ji ber berjewendîyên leşkerî, û siyasî.

Ev zilma siyasî ji bo hilweşîna mafê miletê kurd faktorek vejiyayî ye. Partek vejandî ji nezan e. Ya ku ji hêla dewleta tirk ve hat birêkûpêk kirin û xurt kirin, û hin rewşên xirab di afirînin heya vê demê, li vir û wir ronahî nedome, ku armanc ew e em bikevin cîhek tarî hê jî çavên me kor dike.
Lêbelê, ev nayê rewa kirin ku hişmendiya siyasî nebû sedema darizandinê di nav tevgera kurdî de û derfet bo Zordariya siyasî ya ku desthilatiya apoçiya li rojavayê welête de dest pê kir, em dibînin ku ew di hemî sedem û faktorên hilweşînê de ye ku piştre millet êşandin û koç kirin. Nebûna berpirsiyariya siyasî zelalîyê tarî dike, gendeliyê di nav gelek tevgera kurdî û sistî derdixe, kambaxî berbiçav e , û dizî li gorî hewes û meylên zilamê zalima ye, û rijandina xwîn normale. Herwisa tawanên serdest û lihevhatî mafdaran sûcedar dike, tenê li ser parastina text û keleha xwe di livin.
Her wusa, zilma sîyasî dibe sedema asêkirina asoya zanistî, û rawesandina pêvajoya pêşkeftina perwerde û zanistîye. Di nebûna azadî û mafan de, raman dibe tawanek, û vegotina rastiyê riya herî zû ya ber bi mirin ve ye, heya ku mirovê aza dijayetiya kesên serdest û zalim bike, û têkçûna wî di karûbar û rêvebirina gel de, û pêdiviyên jiyana wan pêk bînin rawstî nexweşî û tawanan tê.

Diyar e ku yekdestdariya PYDê ya li desthilatdariyê buye bela bi serê xelkê me de û hat, hê jî siya xwe davêjin ser rastiya me, wek astek ku ji xwe re li nakokiyên tehil bi partiyên Kurdî re digerin, û nezanîn û paşverûtî didome, û tevgera çandî û rewşenbîrî hate rûxandin, û wê jî wenda kir , li ber çav e rêjeya kesên xwendî (ango kî dikare bixwîne û binivîse) di dema desthilata PYDê de li paşa û bê bandor e. Ji ber vê yekê, partiya Yekîtiya demokratîk nikaribû bi şaristaniyê re berdewam bike, ku dest bi girtina rê li ber rabûn û rabûna ber bi ronakbîriyê û şoreşa pîşesazî û zanistî ve kir, ku tu gav bê wê nebête avêjtin.