Dergehê Sêmalka milkê xelkê Kurdistana Sûriyê ye

Dergehê Sêmalka milkê xelkê Kurdistana Sûriyê ye

Kurdistan-Mûsa Kemal
Ev demeke pirsa girtin û vekirina dergehê Sêmalka li ser zimanê Kurdên Kurdistana Sûriyê ye, û rojane bi hezaran xelk li ser wî dergehî radwestin, û her çend rojan rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê dibêje dergeh girtiye, û xelk jî rastî zehmetiyan tên. Rêveberê Dergehê Pêşabûrê Şewket Berbuharî ragehandibû, wan ti carî dergeh negirtiye û tenê dergeh ji aliyê PYDê ve tê girtin, û wan ev dergeh ji bo xizmetkirina Kurdên Kurdistana Sûriyê vekiriye. Li ser vê mijarê welatiyek ku niha li Ewropa dijî û dixwest derbasî Kurdistana Sûriyê bibe wiha got, em bi destê PYD perîşan bûn, em di nava destê wan de bûne lîstik û her çend rojan biryarekê derdixin, divê sînorek ji kiryarê vê partiyê derheqê me re were danîn.Hogir Ehmed jî wiha li ser vê mijarê dibêje, rêveberiya PYDê dergehê bazirganiyê nagre ji ber ku sûda wê têde heye, lê dergehê mirovî digre tevî ku sûda wê ji vî dergehî jî heye, bi rastî nabe ev dergeh ji aliyê vê partiyê ve were istixlalkirin û ji bo berjewendiyên taybet were bikaranîn.