Yên dizanin û nizanin wekhev in?

Yên dizanin û nizanin wekhev in?

Mahir Hesen - Elamnya

Têkiliyên “PKK ” ên bi Tirkan re ku beşdarî operasyonên derveyî sînor Tirkiye dibin hene, çi li ber çava û eşkere, û çi bi dizî, û di jûreyek tarî de.
PKK ’ya ku girêdayî di destpêkê de bi zavayê mezinê MIT a tirk ve ,Ebdulleh Ocelan û paşî bi zilamên dewleta kûr (Cemîl bayik , murad kerîlan, mustefa û dewran kalkanê tirk ) ên ku li ser destên MITan hatine perwerdekirin di operasyana derveyî sînorên tirkî têklîdarin , û bi awayekê zelal qadên herêma kurdistana fedrîyal di gel Hêzên Çekdarên Tirkan bombebaran dijî zivîl bi xurtî dikin , û êrişî cih û baregehên Pêşmergan dikin.
Bikarhênerên torên medya ku bi rojan e li dijî PKKê ne razî bûna xwe didin nîşandan, û Vir û tohmetên derewîn ên serokên Qendîlê eşkere dikin. Dibêjin ev Çil sal in, ew Partiya Demokrata Kurdistanê bi xiyanetê tawanbar dikin, ev herêma Kurdistanê a bi serweriya Serok Mesûd di warê avahî, bajarvanî, çandî û ewlehî de bûye yek ji wan deverên herî bedew li Rojhilata Navîn. Lê wêran û talan kirina bajar û Gundên kurdin ji aliyê PKKê ve berxwedan û raperîn e.
Axavtin û kar û kiriyarên PKK ku mijara gotinê ye bi vî awayî cardin diyar dibe . Vê yekê nirxandinên Rêberê Herêma Kurdistanê ji bo têkiliyên PKKê di gel dewleta Tirk buye cihê nexweşiyê bo Qindîl.
Di vî warî de, em ê hewl bidin ku PDK û Pkk bidin ber hev û rastiya ji bo hogir û piştgirên pkkê yên raman û diruşmeyên Qendîlê bikar tînin û PDK bi xiyanetê tawanbar bikin, eşkere bikin:
Ya yekem, dema ku Partiya Demokrata Kurdistan PDK şerê rejîma Baas dikir, partiya PKK di nav lepên Baas de û dihembêza wî rûniştibû
Ya duyem, dema ku PDK federalîzm xwest, partiya PKK êrîşî wî kir û ew bi xiyanetê nîşan dikir (her kes dikare vegere li jêderan û rojnameya partiya pkkê ya bi navê serxwebûn), û naha ew Kurdistana Sûriyê bi bakurê rojhilatê Sûriyê nav dike û her weha herêma Kurdistanê bi bakurê Iraqê, û ew dewlet û neteweperestiyê red dikin û netew bi nejadparestiyek kevn nav dikin, û ew daxwaz dikin ki dewletek tirkan ya yekgirtî, bihêz û demokratîk ava bikin û ev gotinên serokên Qendîlê ne, wekî ku di videoyekê de Murad Qerylan da diyar kirin.
Ya sêyem, li herêma Kurdistanê tu kes bi zimanê Erebî baş nizane, ew tenê bi Kurdî diaxifin.Li Kurdistana Tirkiyê, PKK xebitiye ku zimanê Tirkî xurt bike û Kurd zimanê xweyê dayikê ji bîr bike û nepeyve.
Ya çarem, Herêma Kurdistanê, bi saya Partiya Pdk, di nav welatan de cîhek berbiçav bi dest xist û li hemî welatan ala netewî ya Kurdan hildidin û wan bi germî têne pêşwazî kirin, lê PKK û rêberên wê xwestin navnîşa terorîzmê.
Pêncem , Partiya PDK daxwazê mafên kurdan bi siyasî dike û dixebite ku binesaziyek neteweyî ava bike ku bikaribe pêbendê hemû pêkhate û mezheban li herêma Kurdistanê be, lê partiya Pkk civaka kurd perçe kiriye û ereb li deverên kurd bicîh kiriye, bo nimûne.
Belê , bi Gotarekê kiriyarên PKK bi dawî nabin , û bi vî rengî, PKK pêvajoya herî qirêj a li dijî hêzên kurdan leyst û dileyze . Tevlihevî dike da ku tu çareseriyek siyasî nebe , û dewleta Tirk piştgiriya pkk dike û jê razî ye, bi xapandina di binnavê demokratî û raperîn û serhildan û van çîrokan karîbû pêşve biçe û destê xwe deyne ser beşek ji kurdên pepûk û jar. Ne nebûna dewleta kurdî armanc e PKK ye , ew welatekî bo kurdan nanêre ji xeynî nêrîna li berjewendiyên xwe.
PKK di zêdeyî 40 sal-an de , nekarîbû ji bo gelê Kurd nasnameyek demokratîk û neteweyî, û îradeyek bêveger saz bike, û doza Kurd hate paşguh kirin bi sedemên PKK , û li gorî vê yekê, PKK tenê têkiliyan bidagîrkeran re di xwaza xurt bikin û partiyên Kurdan û niştîmanîperweran bi xiyanet bi nav bikin.
Ez ji wisa bêtir neaxivim, ji ber ku her tişt bi qasî rojê zelal e û rastî jî diyar e, û ev yek ji bilî pêwendîdar û sûdmendên vê partiyê kes nikare înkar dikin. Belge û Videoyên ku her tiştê min di vê gotarê de qala wê kiriye piştrast , û ew hemî têne dîtin li ser malperên tora civakî.