"Nirxê kelûpelan kêm bikin, rewşa xelkê liber çav bigrin"

Îmad Cuma-Qamişlo
Di dema dawî de, nirxê kelûpelan li Kurdistana Sûriyê gelekî zêde bûye tevî daketina nirxê dolar beramber lîreya Sûrî, herwiha nirxê goştê mirîşkan gelekî jî zêde bûye û ev yek jî cihê dilgiraniya xelkê Kurdistana Sûriyê ye.
Welatiyekî bajarê Qamişlo dibêje, rewşa me gelekî zehmet bûye û nirxê her tiştî buha bûye û kirîna goşt ji bo me bûye hesret, lewma divê ev pirsgirêk were çareserkirin heta ku xelk berê xwe nede koçberiyê.
Welatiyekî din jî behsa zehmetiyên xwe dike û wiha dibêje, ew biryara 119 ku hate hilweşandin dê karesatek çê kiriba , lê bi hêza xelkê ew biryar hate hilweşandin, divê xelk yek deng û yek dest bin li dijî gendelî û bazirganan, yên ku vî karî dikin dixwazin xelk bêzar bibin û ji deverên xwe birevin û ev yek bi mebest tê kirin.