Xwendevanên Kurdistana Sûriyê bo pêşkêşkirina ezmûnan rastî astengiyan tên

Xwendevanên Kurdistana Sûriyê bo pêşkêşkirina ezmûnan rastî astengiyan tên

Şivan Hisên- Hesekê
Xwendevanên Kurdistana Sûriyê, çi yên pola 9an û çi yên pola 12an dst bi ezmûnên xwe yên dawî kirine, ku ev ezmûn di rewşeke gelekî zehmet û dijwar de derbas dikin. Hejmareke zêde ya xwendevanan rêbazên rejîma Sûriyê dixwînin ew ji ber ku rêbazên danpêdankirî ye, û ew gelek zehmetiyan dibînin.Welatî li ser pêşkêşkirina ezmûnan nerînên xwe tînin ziman. Welatiyek dibêje rewşa xwendinê li Kurdistana Sûriyê gelekî zehmet bûye, xwendevan rastî astengiyên mezin dibin, ew jî ji ber gelek sedeman, hin xwendevan ev demeke dirêj ji sîstema xwendinê ya rejîmê qut bûye, û niha dixweze careke din vegere wê sîstemê bixwîne û ev yek jî bi xwe zehmetiyeke mezin ji wan re durist dike û niha bi hezaran xwendekar ezmûnên xwe li çargoşeya ewlekariyê pêşkêş dikin û ew di rewşeke xerab de ezmûnên xwe pêşkêş dikin ji ber ji dervyî çargoşeya ewlekarî xwendevan nikarin ezmûnan pêşkêş bikin û ev yek bargiraniyeke mezin li ser dibistanan çê dike, û her polek hejmareke zêde ya xwendevanan di nav de ye û tevî nebûna elikitrîkê û avê, ez dikarim bêjim ku karesateke mezin. herwiha rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD astengî ji xwendina Erebî re çê dikir û nedihişt mamoste xulên taybet bidin û ev yek asta xwendevanan daxist û dê bandorê li ser ezmûnan bike, israra vê partiyê li ser sîstema xwe îdyolojîk dê rewşa xwendinê li Kurdistana Sûriyê berev karesatekê ve bibe, ji ber ku ev rêbaz ne danpêdankirî ne, û sîstemekî îdyolojîkirî ye, lewma divê çareseriyek ji vê pirsgirêkê re were dîtin heya ku careke din bawernameyên Kurdan çê bibin, herwija doktor û endezyar û mamosteyên me yên baş û bi ezmûn çê bibin. Welatiyekî din dibêje, zarokê me rsatî zehmetiyan tên, em ji gundan wan tînin û ev yek dibe bargiraniyeke meizn ji bo me, ji ber ku rê dûr e û havîn e heta ku dighên tendursitiya wan têk diçe û ew rastî pirsgirêkan têne.herwiha heger pere hebana minê xanî ji bo wan li nava Qamişlo kirê kiriba, niha gelek xelk wisa dikin ji Dirbêsiyê û Amûdê û gundên derdorê tên û li Qamişlo xaniyan kirê dikin.Divê bi rastî çareseriyeke ji van xwendevanan re were dîtin heta ku bikaribin ezmûnên xwe bi rehetî û bê kêşe û pirsgirêk pêşkêş bikin.