Seîd Gabarî.. Şorşek di hunera Kurdî de

 Seîd Gabarî.. Şorşek di hunera Kurdî de

Hêvî Delî- Qamişlo
Hunermend ew kesên ku saz û awazê stranên wan di nava milet de û li her cihî zindî dimîne û geva gotina Pêşmerge û êş û derdê Kurdan tên bîra mirov ev yek li bîra me tîne navê hunermendê Kurd Pêşmerge (Seîd Gabarî) ku dengê awazên wî di her maleke kurdî de tê bihîstin.
Hunermendê kurd " Seîd Gabarî "Ku ji dayîkbûna sala “1956 ” li gundê “Xirabê Kejê ” yê bi ser bajarê Amûdê yê Kurdistana Sûriyê ve, û li Gundê Girzîn dest bi karê Hunerî kiriye, herwiha Seîd Gabarî yek ji hunermendê naskirî bû di nav Kurdan de û bi nivîsandin û gotina stranan bi deng û awazên xwe gelek stranên wî navdar bûn û hunermend Gabarî bû xwedan dîrokeke dewlemend di dibistana hunera kurdî de.
Û herwiha hunermendê navdar “Seîd Gabarî”, di zaroktiya xwe de bi temenê ” Heşt” salî bi dayîka xwe re bi dest karê stran û huner û foloklor kiriye. Di temenê deh salî de, di sala 1969an de li Qamişlo yekem strana xwe tomar kir.
hunermend” Gabarî ” bi gotina stranên şoreşgerî û netewî ,û bi stranên evînî û gelêrî jî navê wî li deverê û li cîhanê hatiya tomar kirin.
Û herwiha hunermend “Seîd Gabarî”, hunermendekî nêzîkî gelek helbestvan û stranbêjan bû weku Seydayê Tîrêj, Cegerxwîn, gelek helbestên wan kirina stran yek ji wan strana gelekî naskirî bi dengê xwe yên zelal strand “Bilbilê Dilşad ” ku Seydayê Tîrêj nivîsand bû.
Û herwiha ji rexekî dî ve hunermend “Gabarî”, bi niştîmanperwerî û stranên xwe yên neteweyî gelek caran ji aliyê rêjîma Sûriyê ve di hat bin çavkirin, ji ber vê yekê wî berê xwe de Başûrê Kurdistanê,
lê ev yek nabû kelem li pêşiya Hunermend” Seîd Gabarî “, ku di peyv û stranên xwe de derd û êş û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendiyeke bilind bîne ziman,û tevî ku nabîne jî wî xwest xebata xwe ye kurdayetî di nava refên pêşmergeyan de cihê xwe bigir e.
Û herwiha Hunermendê navdar “Seîd Gabarî ” jiyana xwe di hunerê û xizmeteke mezin a muzîk û stranên kurdî de kir, lê mixabin Îro ev hunermend li pey xwe samanek mezin û dewlemend a hunerî hişt, û ew dê her Tim bi deng û awaz bi hunera xwe ya bilind di bîra me de zindî bimîne. Hêja ye gotinê ku Îro 4ê Gulana 2020an li Nexweşxanyeke Hewlêrê çû ber dilovaniya Xwedê, û li goristana Mela Omer li Hewlêrê bi xakê hat spartin.