Kî di ber nebûna xazê de berpirs e

Kî di ber nebûna xazê de berpirs e

Kurdistan- Elî Cuma
Krîzên nebûna madeyên sereke yên jiyana rojane ya xelkê li Kurdistana Sûriyê berdewam in, êdî xelk bi hisreta nan, xaz û avê ne û ti çareserî jî ji bo wan nayê dîtin û xelk bi demjimêrên dûdirêj li ser dorên xazê radwestin heta ku qenîneyeke xazê bidest bixin.
Mihemed Xidir wiha li ser vê mijarê dibêje, xizmetguzarî li deverên me nînin û qenîneyên xazê têne dizîn û li bazara reş bi nirxekî bilind têne firotin û ev yek jî dihêle kirîz kûrtir bibin, Divê çareseriyek ji vê yekê re were dîtin da ku xelk xwe ji korona biparêzin ji ber kombûn çê dibin û rêkarên tendursitî nayên cîbicîkirin.
Welatiyekî din dibêje, li bazara reş xaz heye û gelekî buha ye û ti çavdêrî jî nîne, bazirgan û rêveberiya PYD şirîkê hev in û bi kêfa xwe nirxan datînin û xaz ji bo deverên din tê şandin. Dema taxa Tey hate kontrolkirin yekser xaz ji bo wan hate dabînkirin ev nîşaneya wê yekê ye ku xaz heye, lê ew naxwazin bi ser xelkê dabeş bikin.