Kampa Holê dê karesetan li pey xwe ve bîne

Kampa Holê dê karesetan li pey xwe ve bîne

Kurdistan-Siwar Ebdulîlah
81 malbatên din ku xelkê bajarê Dêrazorê ne ji kampa Holê ya ya bajarê Hesekê derketin û vegeriyan cihên xwe. Hat zanîn, 81 malbat ku xelkê bajarê Dêrazorê û gundewarên wê ne û hejmara 265 kes in ji kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê derketin û ji bo deverên wan hatin vegerandin. Piraniya wan jin û zarok in. Derxistina van malbatan li gor biryara Rêveberiya ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ve roja 10ê Cotmeha borî tê. Li gor biryarê, malbatên kampê yên Sûrî ji bo bajarên xwe tên vegerandin. Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên deverê ye. Niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne. Cîgirê Nûnerê Rûsya li Netewên Yekbûyî, Gennady Kuzmin di civîneke ne fermî ya Enûcmena Asayişê de daxwaz ji civaka navdewletî kir, gavên bi kiryar ji bo parastina zarokan bavêje û wiha berdewam kir “Li gorî yasayên navdewletî yên derbarê parastina mafên zarokan de, hemû welatek pabende ku welatiyên xwe vegerîne û rê nede ku zarokên wan bê regezname bimînin.” Cîgirê Nûnerê Rûsya li Netewên Yekbûyî got “Rûsya hewl dide zarokên xwe ji wan welatan vegerîne ku şer û alozî têde rû dide.” Kuzmin dibêje jî, tevî astengiyan, Rûsya ji sala 2017ê ve 274 zarok ji Sûriye û Îraqê vegerandine. Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101 kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne. Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in. Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in. Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in. Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat hene û %96 ji wan jin û zarok in, %66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne. Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in. Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in. 77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin. 12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.Herwiha Îraq jî dixwaze 500 malbatên çekdarên DAIŞê vegerîne Îraqê, lê ev yek rastî nerasiyeke mezin li navxweya Îraqê li pey xwe ve aniye. Şandeke Îraqî ev demeke li Kampa Holê bûne, lê encamdana derxistina yekem karwanê wan malbatan biser neket. Rewangeha Sûriyê bo Mafên Mirovan dibêje sedema vê yekê pirsgrêkên navxwe ne li Îraqê û rêkeftin di navbera aliyê Îraqî û Rêveberiya PYDê de heye û nave 500 malbatan hatine tomarkirin. Li gor plana Hikûmeta Îraqê dê ew malbat li kampeke başûrê Mûsilê werin bicih kirin, lewma ev biryar rastî nerazîbûnan hat û xelkê wê deverê dibêjin dê ev yek kareseteke mezin ji bo deverê wan bîne û dê hizir û fikra tundrewiyê careke din li deverên wan zêde bibe û dê rewş li deverên wan aloztir bibin ji berk u niha şanên veşrtî li Mûsilê û derdora wê hene, û dê ev yek bihêle zêdetir ew fikir were belav kirin.
Welatiyekî bajarê Hesekê jî dibêje mana malbatên çekdarên DAIŞê di nava kampa Holê, herwiha mana çekdarên DAIŞê li nava zindana Hesekê metirsiyeke mezin e li ser bajarê wan, heta niha zêdetirî 50 Îraqî di nava kampê de hatine kuştin, car caran hin ji wan kesan ji nava kampê direvin û tik es nizane bê ew diçin çi deverê û ev yek metirsî ye, lewma pêwîste çareseriyeke bilez ji vê pirsgirêkê re were dîtin heta ku devera me ji karesatê bê parastin. Niha li wê kampê zarokê temenê wan salek hene, gelo ev zarok ji ku ve hatine û çi di nava kampê de çê dibe .