Hilbijartinên serokatiya Sûriyê pêkenok in
Kurdistan-Ehmed Ebdula
Roja 26ê vê mehê hilbijartinên giştî yên Serokatiya Sûriyê birêve diçin, herwiha 20 vê mehê dê bingehên dengdanê li pêşiya welatiyên Sûriyên yên li derve dimînin bên vekirin û wê li derve dengdan dest pê bike, Ji dema destpêkirina şerê navxweyî di sala 2011an de, ew dibe duyemîn hilbijartinên Serokatiya Sûriyê.
Hilbijartina berê ya serokatiya Sûriyê di meha Hezîrana 2014an de hatibû sazkirin û li gor encamên ku hikûmeta Sûriyê ragihandibû, Beşar Esed di wê hilbijartinê de ku wê demê zêdetir ji nîvê axa Sûriyê di kontirola hikûmetê de nebû, rêjeya %88ê dengan bidestxistibû û bo dema 7 salan weke serokê welat hatibû hilbijartin. Beşar Esed ji sala 2000an ve û 36 rojan piştî koça dawî ya Hafiz Esed ê bavê xwe weke Serokê Sûriyê hatibû diyarkirin û ew 21 salin ku serokatiya welat dike. Hilbijartina serokatiya Sûriyê li gor wê destûrê tê lidarxistin ku sala 2012an û di encama referandumê de hat qebûlkirin û li gor wê destûrê dema serokatiya welat bo her xulekê 7 sal in. Jibo hilbijartina vê carê, tevî Beşar Esed zêdetirî 25 kesan xwe namzed kirine û di nava wan de Kurdek û hejmarek ejin hene.
Peyvdarê Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric ragehand ew hilbijatinên Sûriyê red dikin.
Stephane Dujarric amaje bi bi biryara 2254’an a Encûmena Ewlekariyê kir û got: “Ev biryar NY erkdar dike ku bi xebatên siyasî, hilbijartinên azad û dirûst li gorî destûra nû ya bi serperştiya NY pêk bîne.” Dujarric destnîşan kir ku wê Neteweyên Yekgirtî girîngiyê bide çareseriya siyasî û danûstandinan ji bo wê berdewam bikin.Li ser van hilbijartinan rojnameya Kurdistan nerna welatiyan werdigre.Mihemed Ehmed lis er vê mijarê wiha dibêje, hilbilbijartinên Serokatiya Sûriyê pêkenok in û sivkatî ye bi xwîna şehîdên deh salêîn şer li Sûriyê, û divê sînorek ji vê pêkenînê re wer danîn. Bi rastî Beşar Esed sivkatiyê ne tenê bi gelê Sûriyê dike belku bi civaka navdewletî dike, lewma divê civaka navdewletî li gor biryara 2254 ya navdewletî tevbigere û vê desthilatê biguherêne û hilbijartinên azad û paqij birêve bibe û serokekî ji Sûriyê hilbêjêr in. Ehmed Xelef jî wiha di vê derbarê de diaxive û dibêje, xelk gelekî ji vê pêkenînê bawer nakin û ew dizazin ku dê careke din Beşar Esed bibe serok, niha Rûsiya jî piştevaniya van hilbijartinan dike û wê bi xwe li ser birêveçûna hilbijartinan erê kiriye û heger ne Rûsiya be Esed ji ber xwe ve nikare vê yekê bike.