Rewş tenduristî li Kurdistana Sûriyê xerab e

Rewş tenduristî li Kurdistana Sûriyê xerab e

Kurdistan
Her ku diçe rewşa tenduristî li Kurdistana Sûriyê metirsîdartir dibe û rewş ji bin kontrolê derdikeve, ji ber haletên tûşbûna bi vayrosê korona gelekî zêde dibe û mirin jî bi vê vayrosê gelekî zêde bûye ku rojane zêdetirî 10 kesan bi vayrosê korona jiyana xwe jidest didin û ev yek ji bo Kurdistana Sûriyê gelekî zêde ye, ev yek di demekê de ye ku alavên pişkinînê gelekî kêm in û bi xwe pişkinîn gelekî kêm tê kirin û li gelek bajaran jî pişkinîn nîne. Ji aliyê xwe ve, Komîteya Rizgarkirna Navdewletî hişyarî ji kêmbûna alavên pişknîna koronayê li Kurdistana Sûriyê da. Mîtsî Baswêl Berpris di komîteya rizgarkirna navdewletî (IRC) de raghand, pişknînên koronayê li Kurdistana Sûriyê û deverên li bakurê Rojhilata Sûriyê ji roja rojde kêmbûn û niha dibe bi temamî li wê navçeyê nemînin. Bi gotina wê ji ber nemana têstên koronayê dibe di heftya bê de taqîgeha ku pişkinînên koronayê dike li Qamişlo nema kar bike.Baswêl herweha got sîstema tendirustiyê li bakurê rojhilata Sûryê nêzîke ji wêraniyê, û digel zêdebûna hejmara pêketiyan û nebûna têstên koronayê dê rewş li wê navçeyê gelekî metirsîdar û xerabtir bibe. Ew yek jî anî zman ku 83 ji sedê ji nexweşên koronayê yên ku oksicînê datînin ji mirinê rizgar nabin, lewma ew ditirsin ku rewşa li wê navçeyê ber bi karesatê ve biçe. Ev yek di demekê de ye ku aliyên tenduristî li Kurdistana Sûriyê gazinan ji rêxistina tenduristiya cîhanî dikin û dibêjin wek pêwîst alîkariya wan nake, û ti xizmet û alîkarî ji wan re pêşkêş nekirine, lewma hêdî hêdî rewşa tenduristî ji jêr kontrola wan derdikeve, û êdî ew nema dikarin kontrola belavbûna zêde ya vayrosê korona bikin, û dê ev yek karesateke tenduristê li pey xwe ve bîne û niha jî nîşaneyên wê diyar dibin ew jî bi hejmara zêde ya haletên mirina bi vê vayrosê. Lê nihha ji xelkê tê xwestin xwe bêhtir biparêzin, û dûrbûna civakî biparêzin û maskan li xwe bikin heta ku cane merivên xwe ji vê nexweşiyê biparêzin û nebin sedema mirina merivên xwe yên nêzîk û bi taybet kesên bi temen ku ew heger bi vê vayrosê ketin dê rewşa wan ya tenduristî gelekî zehmet be, ji ber heta niha vaksîn nîne ku ew kalemêr û pîrejin li xwe bidin û ji vê nexweşiyê rizgar bikin û ev yek jî zehmetiyek ji wan durist dibe. Roja 9ê Nîsanê ji bo rûbirûbûna vîrusa Coronayê,, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 2 taqîgehên taybet tevî hemû amûr û kelûpelên pêwîst ji bo Kurdistana Sûriyê şandin. Serokê Herêma Kurdistanê roja 23ê Nîsanê 2 taqîgeh û roja 23 Gulanê jî 2 taqîgehên din şandin Kurdistana Sûriyê. Serokê Herêma Kurdistanê roja 21ê Nîsanê ragihand, di demekê de ku vîrusa koronayê li hemû cîhanê û li navçeyê jî belav bûye, li tevahiya Kurdistana Sûriyê taqîheke tenê jî tunebû, di demekê de ku çendîn kampên penaberan lê hene. li gorî zaniyariyan, rojane li Kurdistana Sûriyê, di navbera 100 heta 200 test têne kirin û zêdetir ji sedî 50ê yê wan pişkinînan encama wan pozîtîv e. Ji ber kêmderfetiyê û nebûna kîtan rojane li Kurdistanê hejmareke kêm ya pişkinînan tê kirin, ji ber hindê egera wê mezin e ku hejmara nexweşan gelek zêdetir be ji hejmara ku tê ragihandin.jibilî vê yekê jî hejmara textên nexweşan gelekî kêm e û cihê nexweşan di nexweşxaneyan de nîne, herwiha ragiahndina qedexeya giştî û sînordarkirî jî heta niha bê sûd bûye ji ber nepabendbûna hejmarek ji xelkê, gelek caran alîgirên PKK di dema qedexeyê de çalakiyên xwe lidar dixin û ti aliyek jî nikarin bi wan re bixivin, helbet ev yek jî dibe sedema zêdetri belav bûna vayrosê korona li deverên Kurdistana Sûriyê û dê bibe sedema karesateke mirovî, lewm divê xelk xwe bêhtir biparêzin heta ku xwe ji vê vayrosê rizgar bikin û êdî jiyaneke xweştir bijîn.