Ava vexwarinê dûrî şer û nakokiyan bixin

Ava vexwarinê dûrî şer û nakokiyan bixin

Îmad Xidir-Hesekê
Careke din ava Wêstgeha Elok li gundewarê bajarê Serêkaniyê yê Kurdistana Sûriyê hate rawestandine û av li ser bajarê Hesekê û gundewarê wê hate qutkirin.
Wêstgeha Elok dikeve 10 kîlometriya rojhilatê bajarê Serêkaniyê û ji 30 bîrên avê pêk tê, ku çavkaniya sereke ya ava Hesekê û derdora wê ye. Ew wêstgeh di Cotmeha 2019an de û piştî êrişa Tirkiyê bo ser Serêkaniyê kete bin destê grûpên çekdar. Welatiyek derbarê qutkirina avê wiha dibêje, çekdar dibêjin elektrîk li ser Wêstgeha Elok hatiye birîn û herwiha hêzên artêşa Tirkiyê û grûpên çekarên alîgirên wê rê nedane karmendên wêstgehê ku herin ser karê xwe.Bi rastî nabe ev mijara hestiyar tevlî siyaset û şer û nakokiyan bibe. Welatiyekî din jî dibêje divê civaka navdewletî di vê derbarê de bi berpirsyaretiya xwe rabe û êdî av ji xelkê Hesekê re vegere.