Rewşa Zimanê Kurdî

Rewşa Zimanê Kurdî

Mahir Hesen-Elmanya

Zimanê Kurdî, zimanekî kevnare ye ku bi wêje û berhemdariya xwe tijî peyvên geş e, hebûna me li ser zemîn parast, ji ber ku ew zimanek şaristaniye ku hemî peyvên bedew li xwe digire. zimanekî xurt e , taze ye di her war û astan de serdest e tevî ku dagîrkeran bêtebat û hedan bû û bi rojane bêzav dikirin zimanê me têkbibin.
Bi Ziman Mirov nasnameya xwe diyar dike, û bi saya wê ew dîroka xwe dixwîne û şîrove dike, û pê re ew tevger û jiyana xwe, armanc, daxwaz û hêviyên xwe têkdigihe. Divê ji mezin û piçûkan , ji rîsipiya û zarokan em lênêrîna zimanê Kurdî bikin û wî pêşve bixin, pêşkeftina re gav bavêjin, û hewlên xwe bidin em pêgeha vî zimanî di nav zimanên dinyayê de tekese bikin û biparêzin. Çima neyarên me di xwazin kurd nezanê zimanê xwe be ?! Bi vê yekê tête diyar kirin ku zimanzana dikare raya giştî li ser her pirsgirêkê biguheze. Ango, di warê mafxwaziya doza kurdî rêûpêkan baş saz bike. Em wek mînak li ser Siyaseta Baas li Kurdistana Sûrî bi axivin. Bi karanîna zimanê Erebî di siyasetê de û lewaz kirina zimanê me buye sedem ku gelek têgeh, pêşniyar û ramanên kurdan bête guheztin û bi ser gelek mijarên dewleta Baas û siyaseta wê ve hate girêdayîn , wekî hemwelatîbûn, azadî, dad, wekhevî. Ku Kurd bin fişareke pir mezin de bû , lê heger damezrandina hişmendiyeke zimanhez û parêz di civaka me de hebeya , ez bawerim ev navgîniya partiyan li ser netew wisa beloq ne dibû , û ramankirina avakirina dewlet bi paşve ne di çû . Ev lîstikên bi hêz yên zordarab , bi alîkariya medya, çapamenî, nivîskar, û lêkolîneran bazara xwe bicîh kirin li ser xaka me û riya nezanebûna kurd bi ziman xwe , piştrast e. Îro li deverên bin destdariya oposiyona sûrî de jî di her rewşê de ye. Ji ber wisa Zimanê erebî kirine zimanekî fermî û bi gelemperî ye . Ev tê wateyê ku hemî belgeyên fermî yên têkildarî li herêma bindestê oposiyonp bi zimanê erebî bêne weşandin. Lewma di xwazim bêjim ku her demê de jî, ya ku vê mijarê ferz dike xwediyê hêz ye, hêza zanîna ziman e , û heger bi awayekî baş û zelal , xurt û bedew kurd bi zimanê xwe axiviya be , wê hingê dibe ku ev an ew ji wî re xizmetê bike.
Kurdên li Ewropa
Li welatên ku kurd lê bûne mêvandar fêrî zimanê xwe zû bi zû nabin û girîngiyê nadinê. Piranî, heke ne hemî, hukûmetên Ewropî berî her tiştî girîngiyê dikin zimanê xwe , wekî gava yekem a pêwîst ji bo revendên beyanî ku entegre bibin , lê tu cara rê li ber tu kesî negirtin fêrî zimanê zikmakî bibin.
Gelo ger zarokên Kurdan bi zimanê xweyê dayikê biaxivin, ew ê zimanê welatê lê bicih bûne fêr nebin ?! Yanî jî çi tirs li ser wan heye heger fêrî ziman bibin, û heke ew tenê li ser yek zimanî bisekinin, wê hingê rewşa xwe û welatê xwe çawa bizanbin û bidin zanîn?

Lêbelê, hişmendên xemkêşê doza xwe zû ji vê kêmasiyê haydar bûn, pêşengiya bizava fêrbûna zimanê kurdî bo zarokên xwe kirin û geriya ku perwerdehiyê belav bibe piştgiriya wê kirin.