Nan ji xelkê re dabîn bikin

Nan ji xelkê re dabîn bikin

Kurdistan-Cuma Xelef
Ev demeke li bajarên Kurdistana Sûriyê krîza nan serî hildaye û xelk bi hisret in ku rebteyek nan bidest bixin, bi demjimêrên dirêj li ser dora firneyan radwestin heta ku nan bidest bixin.
Welatiyê bi navê Xalid wiha li ser vê mijarê dibêje, pirsa nan pirsa man û nemanê ye, heger li welatê genim nan tine be ev tê wateya çi gelo? Helbet ev tê wateya dizî û gendeliyê. Divê desthilata sepandî li Kurdistana Sûriyê nanê xelkê me nedize ji ber ku ev tawaneke li dijî mirovahiyê.Omer jî wiha dibêje,em bi demjimêrên dûdirêj li ser firneyan dimînin tevî hebûna metirsiya korona, em jiyana xxwe dixin metisriyê de heta ku nan ji zarok û malbatên xwe re dabîn bikin, divê dizî nemîne, wre dabînkirin. Genim bi erzanî ji cotkaran dikirin û nan buha difroşin xelkê, ev bi xxwe stemkarî ye li dijî gelê me li Kurdistana Sûriyê, divê evdesthilat were sizakirin.