Xelkê Efrînê di rewşeke zehmet de ne, ew hêjayî jiyaneke xweş in

Xelkê Efrînê di rewşeke zehmet de ne, ew hêjayî jiyaneke xweş in

Kurdistan
Herêm û bajarê Efrînê ya Kurdistana Sûriyê berî sê salan, di 20 Çileya 2018an de rastî êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hat û piştî şerê 58 rojan, Efrîn roja 18ê Adarê hat dagîrkirin. Di encama dagîrkirina Efrînê de, zêdetir ji hezar welatiyên Efrînê şehîd û birîndar bûn, dora ji 300 hezar welatî jî bi neçarî derbider bûn. Ji wê demê ve jî, tawan û binpêkirinên mirovî li dijî welatiyên Efrînê bi awayekî rojane tên kirin. Sê sal di ser dagîrkitrina herêm û bajarê Efrînê re derbas dibin û bi awayekî rojane revandin, eşkencedan, kuştin welatiyan ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin û bi awayekî sîstematîk, mal û malên xelkê tên dizîn, talan û desteserkirin û bi armanca guhartina demografiya Efrînê û nehîştina nasnameya kurdbûna Efrînê, bi sedhezaran erebên Sûrî li şûna kurdan tên bicihkirin.
Di wê derbarê û li gor zanyariyên sazî û rêxistinên mirovî û yasayî yên navxweyî û yên navdewletî û bi taybet Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê: Ji encama êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê di 20ê Çileya 2018an de, Dora 300 sivîl şehîd bûn û 1500 sivîl birîndar bûn ku piraniya wan zarok û jin bûn. Dora 300 hezar kes derbider û koçber bûn. Bi armanca xelkê Efrînê bi neçarî koçber bibe û standina fidyeyê ji xelkê, ji dema dagîrkirina Efrînê ve, zêdetir ji 7 hezar welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve hatine revandin û ta niha çarenivîsa nêzîkî 1 hezar kesî ne diyar e. Bi mebesta guhartina demografiya Efrînê, bi hezaran Erebên Xûtaya Şamê, parêzgeha Idlibê û navçeyên cuda ên Sûriyê li Efrînê di mal û milkên Kurdan de tên bicihkirin. Her di wê derbarê de, rêjeya kurdan li Efrîn berî sala 2011, %97 bû, lê piştî dagîrkirina Efrînê di Adara 2018an de, rêjeya kurdan li Efrînê bû %35. Hejmara Kurdan niha li seranserî herêma Efrînê (300) hezar kesan in, lê hejmara Erebên lê hatine bicihkirin gihîştiye (460) hezar kesî. Ji bo têkdana nasname û kurdbûna Efrînê, zêdetir ji 45 cihên dîrokê, mezargehên olî û şûnwar hatine kolandin, dizîn û talankirin û firotan. Ji nava wan 15 mezar û cihên pîroz ên Êzidiyan e. ligel wê jî zêdetir 350 gorên Êzidiyan hatine şikandin. Bi hinceta avakirina xalên leşkerî, vekirina riyan, avakirina komlegehên nişticihbûnê, grûpên çekdaran zêdetir ji 625 hezar darên zeytûnan birîne û zêdetir ji 700 hezar darên hiracî birîne û şewitandine. Bi boneya derbasbûna 3 salan di ser dagîrkirina Efrînê re, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de binpêkirinên mirovî û kiryarên li Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin şermezar dike û bang li Tirkiyê grûpên çekdar ji Efrînê derxîne û rêveberiya bajêr radestî xelkê wê yê resen bike.
Herwiha ENKSê di daxuyaniya xwe de aşkere kir, ev hemû tawan û binpêkirin bi armanca guhartina demografî Efrînê û li dijî hebûna kurdan li wê herêmê tên kirin. Tevî ku ev binpêkirinên mirovî yên li dijî xelkê Efrînê tên kirin ji aliyê rêxistinên mirovî û yasayî ve tên belgekirin, lê hîna ev binpêkirin û êş û azara Efrîniyan berdewam e. Adil Mihemed Emîn wiha li ser vê mijarê dibêje, bi rastî êşa xelkê Efrînê ne wek ti êşan e û ew di rewşeke gelek xerab de dijîn, ji talan û sepandina bajan bi ser wan ve, Efrînî ji agirê PYD ketin jêr agirê grûpên çekdar,û niha di jêr gefa guhertina demografî de ne,lewma divê xelkê me yê Efrînê di demeke zû de ji vê rewşê derkevin û jiyaneke xweş bijîn, bi rastî ew hêjayî jiyaneke xweş in, divê civaka navdewletî di vê derbarê de bi berpirsyaretiya xwe rabe da ku kiryarên grûpên çekdar derheqê xelkê me yê Efrînê rawestîne û êdî jiyan vegere wek berê li Efrîna rengîn.
Heyder jî wiha li ser vê mijarê dibêje, divê Encûmena Niştîmaniya Kurdî ENKS roleke zêdetir li Efrînê bibîne daku xelkê wê ji vê rewşa xerab rizgar bikin, û êdî ew rastî êş û azaran nebin û Efrîniyên koçber careke din vegerin ser mal û milkên xwe.