Mela Ehmedê Palo Helbestvanekî jibîrkirî
Raid Mihemed- Hewlêr
Wêje û kiltûr a her miletekî û gelekî dibe nînika wî miletî wî gelî , û yek ji Nivîskar û Wêjevanên me yên kurd ku berhemên pir Zêrîn û bi nerx ew Mela Ehmedê Palo ye ku ew bi xwe li gundê Sîracora ya girêdayî Bajarê Palo li bakurê Kurdistanê sala 1920 jidayîkbûye ji Êla Kemalî ya Zaza bû , Mela Ehmedê Palo Sêwî ma hîn zarok bû bavê wî Dayika wî oxra dawî kirin , û di wê demê de gelek êş û Azar û derd dîtin , û li cem Mamê xwe bi navê Xalid kar kir lê ji ber Eşkence û lêdanê 2 caran ji mala mamê xwe revî , û di wê demê de 2 mehan li nexweşxaneya Mêrdînê ma û di destpêka sala 1930î çû gundê wîsîkê li wir bû gavanê gund , heta sala 1936 ku hevalên wî rê danê ku xwendina xwe berdewam bike ji ber ew mirîdê Şêx Ehmedê Xiznewî bûn , ji ber wiha çû gundê Xizna li binxetê sala 1937an ,
li gundê Wîsîkê hevjîna xwe MEDÎNE anî û careke dî vegeriya Gundê Xizna ji bo xwendina xwe berdewam bike , mamosteyê wî yê olî şêx Izeddîn El-xiznewî bû , û ji rexê Dîrokê û neteweyê bi ser Mela Hesenê kurd diçû , û hevaltiya wî bi Helbestvan Cegerxwîn û mela Nûrî Hesarî û Mela Hesenê kurd û Seydayê Tîrêj hebû , lê hevalên wî yên nêzîk di 20 salên dawî yên jiyana wî Mamoste Ehmed Hisên Hecî hemo li cirnika Qamişlo û mamoste Ebd-elrizaq Cengo , û Haco Hecî Es'ed mela Hacî ji Cim'ayê û Nûrî Silêman Şakir Muxtarê Sêgirka , û Parêzer û Helbestvan Xelîl Mihemed Elî, D.û Helbestvan Feydella Xiznewî , Ebd-elbaqî Seyid Remezan , Mamoste Hemza Ehmed Hesen .
Helbestvan Ehmedê Palo piştî Xizna çû û li Bajarê Qamişlo niştecî bû , 4 zarokên wî yên kur çêbûn (Burhan , Ebd-elezîz , Mihemed Se'îd , Rêzan )
Û 3 keçik (Elîfa , Hedya , Hebîba )
Her wiha li gundê Xirbê Hisê bû Îmam (Pêşewa) li mizgefta gund di navbera sala 1942an heta 1959an de , û li gundê Bile Bikariya û li Amûdê di bazirganiya Pirtûkan de kar kir , û li taxa Mehete li Qamişlo weke Zêrevanî ser Gorepana Genim û Ceh kar kir , ew jî di sala 1960î de heta ku nexweş ket di destpêkê salên Heştê ji sed sala bûrî de , ji rexê Hikûmeta Sûrîya hat girtin sala 1959an ji ber guhdana wî bi wêje û nivîsandina bi zimanê kurdî, her wiha Mirîdê Şêxan lêxistin ser fikir û raman û hezrên wî yê Neteweyî ku ew di dît ku ew riya Sofîtiyê rêke Şaş e , û di riya Helbesta re êş û derdê miletê xwe da xuyakirin, di dema bihîst bi nûçeya Koça dawî ya mela Mistefa Barzanî, pir êşa û ji nûçeyê ket û bê hiş ma , û bi nexweşiyê ket , û di roja 9ê Gulana 1991ê bi temenê 71 salî Helbestvan ê kurd yê mezin koça dawî kir, û berhemekî mezin li pey xwe hişt bi taybet Dîwana Dewr û Gera Kurdistanê, û gelek ji berhemên wî winda bûn , lê yên naskirî ev in : -Birîna Neştimanî , Civîna Nemiran ku ji 10 hezar malik pêk tê ku ew dibe mezintirîn Afsaneya Cîhanî , Civîna nemiran û Şoreşa kurda , bîr û bawerî , behlewî û civîndarî , Baxê Evînî , Baxê Neştimanî .
Her wiha pirtûkek derbarê rêzimana kurdî nivîsand , û Ferhenga Kurdî-Tirkî .
Her wiha Xelatek bi navê Ehmed Palo li bajarê Qamişlo hat damezirandin , ji rexê Destana Helbestî ya Mela Ehmedê Palo ya Navdar ya bi navê " Civîna Nemiran" ku yek ji berhemên herî balkêş û mezin e di dîroka Edebiyat û wêjeya Kurdî ya klasîk de. Civîna Nemiran ji deh hezar malikan pêk tê û bi zimanekî zelal û hevgirtî û bihêz hatiye nivîsandin. Seydayê Palo bi vê berhema xwe hewl dide berhemeke wek pirtûka fîlozof û nivîskarê navdar Ebûl Ala el Meirî ya bi navê (Rîsalet el Xufranê) li pirtûkxaneya Kurdî zêde bike.
Ji ber ( Dûrkirina çend mezinên Bedlîsê ) Palo pir xemgîn e , hestê wî yê neteweyî diherike û di vê helbestê de dibêjê
:
Ji te sergûm kirin pir mela û şêx û begler
Kirin qefle , kirin bir edîb û mîr û serwer
Didane ber gem û dar berî dane Anadol
Birin bê çek sera ser di dane ber pî yû sol
Di gel bav û keçê û dê kur û ap û birader
Bi agir hin kirin kê ji cî tevde kirin der
Di gel lêdan û kuştin birçî bûn û hejarî
Li ber sator û xiştin jev kirin parî parî
Binê Sadûn û Gulşen di Asparta dinalin
Kirin hebsê , kirin ben ji çavan xwîn dimalin
Mele se'îd efendî di Aspata nexwşe
Di bê Hemdî efendî di dilda xem dinoşe
Were cem min birader navê xwe têxe lîstê
Da em hemî bera ber herin baxê buhîştê
Ji berdora were der bi min ra her binale
Binê yarê dilawer kekê te pîr û kale
Efîf kanî li kû ye şehîdê heyderanî
Xortê çeleng û nû ye wekî şêr û beranî
Xwe da kuştin ji bo me ji bona dîn û dewlet
Di da hiştin ji bo me welat û nav û rûmet
Reşîd axa di gorê nexweş û dilbirîne
Civatek dane dorê dibê qê ejnebîne
Ji nesredîn bi pirse çima tu pir dinalî
Gelo ew dil bi tirse we ya ma bê hevalî ?
Di bê ez dilbirînim ji ber doza welatê
Nexweş û mest û dînim ji ber gel û felatê
Nizanim ev çi derde tenê li ser me kare ?
Bûye zinar û perde ronî ne kar û bare
Çilo xelkê cîhanê xudî zar û zimanin ?
Berî dane jiyanê em bê hiş û nezanin
Eve ku ez dinalim nexweş û dilbirînim
Çiko bê zar û lalim bê xwendin û bê hînim
Xebat û berlemanim kitêb û tîp û name
Civîn û xwendevanim felat û çep û xame
Jêderê zaniyariyan ji pirtûka Mela Ehmedê Palo ya Nivîskar Ela-elddîn Cengo û Wergerandin ji bo Zimanê Kurdî Nivîskar Ezîz Xemcivîn.