Leşkerê Roj sembola berxwedanê

Leşkerê Roj sembola berxwedanê

Emel Hesen

Ey pêşmergên Sazkare û Nêçîrvan
Qehremanên qada Mihabad û Koban
Dilsozên Rêbaza Qazî û Barzan
Awazên Zageroz û Korek û Şingal
Sazbendên Cemê Aras، Dijle û Ferat
Serbazên deşit û Çiya û Zozan
Cengevanên Axa Mêdiya û Mîtan
Cangoriyên Şorşa Eylûl û Golan

Ey Leşkerên rojên geran
Alî û Serbaz û Dilovan
Ey Şêr in Welatê Şêrgo û bêkes
Yê şikand Serê Faris û Çerkes
Hat e Newroz û Sersal û bihar
Rahêjin Tifenga Barzan
Rûmeta hebûna Insan
Yê ku dijmin jêdeke hesab

Gel bi we Şanaz û Serfirazin
Kesek, Sor, Zer AştîXwez e
Netewa pîroz xweş Awaz e
Van Sînora tevan rakin
Qyîd û zincîran bişikînin
Dijmenê hov em talankir
Gond û şênî li hev parkir
Ji bin destiyê me rizgarkin

Êdî bese zilm û Zorî
Qêrîna me giheşt jûrî
Kes li me nabe Xwedî
Li vî Zimanê bê Fedî
Ta kengî em bêjin bratî
Bes e kurdo îro roja Yekîtî
Em jî dixwazin bijîn Serbestî
Naxwazim bêjin ta ebd bidestî