Plan û karnameyên partiyan ji bo ziman çi ne

Plan û karnameyên partiyan ji bo ziman çi ne

Idrîs Hiso

Roja 21 Reşemehê ji her salekê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ye, miletên cîhanê di vê rojê de çalakiyên corbicor derbarê zimanê dayikê saz dikin, ji semînar, konfiras û kongireyên zanstî ..hd.
Di van çalakiyan de, zana, wêjevan, zimanzan û rêxstinên miletan li ser kêşe û pilanên parastina zimanê xwe diwestin û karnameyên xwe datînin ber dest da ku li ser kar bikin û kêşeyên zimanê xwe çareser bikin, zimanê xwe pêşbixin û geş bikin.
Ji bo miletên ku heta niha azadiya xwe bidestnexistine û welatê xwe ji bin nîrê dagîrkeriyê rizgar nekirine, ziman fakterê serkî yê parastina wan miletan e.
Zimanê Kurdî mîna rewşa gelê Kurd di rewşeke xirab de ye, heta niha ji bilî Başûrê Kurdistanê li ti devereke din danpêdan bi Zimanê Kurdî nîne, ne tenê wisa, li her yek ji Tirkiyê, Îran û Sûriyê ku her yek ji van welatan beşekî Kurdistanê dagîr kiriye, tê qedexe kirin.
Lê cihê şanaziyê ye ku, tevî hemû siyasetên hovane li dijî, ziman, çand û hebûna Kurdan bi xwe, Kurdan dikarîbû zimanê xwe, û hebûna xwe li ser axa welatê xwe biparêze.
Di vê mijarê de û bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê min xwest ez li ser pilan û karnameyên hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê derbarê geşepêdan, pêşxistin û parastina Zimanê Kurdî binvîsim.
Ji bo vê armancê min du pirsiyar arasteyî hejmarek ji partî û tevgerên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir.
Pirsên ku min arasteyî wan kirin bi vî şêweyî bû:
Silav û rêz
Roja 21.02 ji her salê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ye...ez mijarekê li ser rewşa Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê amade dikim. vêja ez dê du pirsan arasteyî we (navê tevger, an partiyê hatiye nivisandin) bikim......bi hêvî me hûn bersiva min bidin li gel spasî û rêz ........
1-Pilan û karnameyên partiya we ji bo geşepêdan, pêşxistin û parastina Zimanê Kurdî çi ne?
2- Heger biryara siyasî û danpêdan bi Zimanê Kurdî li Sûriyê bû, çi amadekariyên we ji bo vê yekê hene?
Spas
Partî û hêzên ku min ev pirsiyar arasteyî wan kirin ev bûn:
1-Partiya Dokrat a Kurdistanê – Sûriya (PDK-S)
2-Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Pêşverû)
3-Partiya Demokarat a Kurdî li Sûriyê (ELPARTÎ) baskê Behcet Beşîr.
4-Partiya Yekîtî ya Kurdistanî (Fesla Yûsif)
5-Şepêla Pêşroja ya Kurdî li Sûriyê
6-Partiya Wekhevî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê
7-Partiya Yekîtî ya Kurdistanî (Silêman Oso)
8-Partiya Niştimanî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Tahir Sifûk)
9-Tevgera Çaksazî ya Kurdî li Sûriyê (Fêsel Yûsif)
Wate, min pirsên xwe arasteyî partiyên ku niha ti desthilat di destê wan de li Rojavayê Kurdistanê nîn e, û kêm zêde wek opozisyon têne hesibandin kir. Bi mebesta ku welatî, rewşnbîr, nivîskar û hemû çînên civata Kurdî ku xwedan berjewendiya rasteqîne ne ji vê mijarê, karname û pilanên van partiyan nas bikin.
Min pirsên xwe berî bêhtir ji heftiyekê ji destpêka nivîsa vê mijarê arasteyî partiyên navborî kir, piştî derbasbûna bêhtir ji heftiyekê bi tenê sê partiyan bersiva min da.
Partiya Yekîtî ya Kurdistanî (Silêman Oso), Partiya Pêşverû û Partiya Elpartî (Behcet Beşîr). Partiya Yekîtî li ser zimanê sekreterê xwe Silêman Oso, Partiya Pêşverû li ser zimanê Komîta Navendî û Elpartî li ser zimanê endamê polîtbîroya xwe Ebdo Hebeş bersiv dan.
Di bersivên her sê partiyan de bi tenê gotinên giştî, derbarê girîngiya ziman, di hebûn û parastina hebûna gelê me de hatin gotin, mirov nikare pilan û karnameyan bibîne, bi tenê çend pêngav hene ku di hindirê partiyan de têne avêtin mîna ferzkirina fêrbûna xwendin û nivisandina bi Kurdî.
Partiya Elpartî di bersiva xwe de behsa hin mercan dike li ser wan kesên ku dixwazin bibin hevalê partiya wan, ji wan jî divê fêrî xwendin û nivîsa bi Kurdî bibin, herwiha behsa belavbûna belavoka Elhizib a bi Zimanê Kurdî dike, lê ti pilanekê destnîşankirî nade xuyakirin.
Bi heman şêweyî Yekîtî di bersiva xwe de behs dike ku ew ji partiyên serekî bûn ku xwedan karên rijd bûn ji bo belavkirin û parastina Zimanê Kurdî, û behsa hin ezmûnên xwe dike, hin pêngavên ku ew dê bikin heger danpêdan bi Zimanê Kurdî bû, lê dîsa jî mirov dizane ku ti pilaneke dukmen nîne û mijara ziman nebûye mijarek sereke ji mijarên xebata partiyê, tevî ku Partiya Yekîtî di mêjûya xebata xwe de hejmarek karên berbiçav kiriye û mirov nikare çavên xwe ji wan karan bigre.
Di bersiva Pêşverû ku li ser zimanê Komîteya Navendî ya wê partiyê hatiye, pêngavên xwe di piştevaniya nivîskarên Kurd ku bi Kurdî dinvîsînin, û handana yên din ji bo ku bi Kurdî binvîsînin, herwiha behsa wê yekê dikin ku pêwîste rênma werin danîn ji bo Kurdî bibe zimanekî fermî û stander pêkbînin, lê dîsa ti karname, pilan û stratîjî diyar nabe,…hd.
Partiyên din, heta vê gavê ti bersiv jî nedane, tevî ku Şepêla Paşeroj gotibû em dê piştre bersivê bidim, lê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê hat jî û bersiv ji aliyê wan ve nehat, û heger hat jî em dê piştre amajeyê pê bikin.
Ji bersivên ku ji min re hatin, û ji şêweyê ku bersiv pê hate dan mirov dikare hin encaman bidestbixe.
1-Ti pilaneke dariştî li cem tevger û partiyên Kurdî yên ku min pirsên xwe arasteyî wan kir nîne, bi tenê bîr û baweriyên giştî hene, ku her Kurdek behsa wê dike.
2-Heta niha li cem van partiyan li vê mijarê wek mijareke serekî û stratîjîk ji xebat û têkoşîna gelê me re, ne hatiye nerîn.
3-Di bersiva wan de, diyar dibe ku ti amadekarî nînin berî ku danpêdan bi ziman were kirin, ji ber xuyadibe ku ew dibêjin piştî ku danpêdan bê kirin, ew dê daxwaza vekirina dibistan û zankoyan bikin da ji wan dibistan û zankoyan pspor û zana derbiçin(Bersiva Yekîtî Kurdistanî).
4-Hejmarek ji van partiyan li xwe danayinin ku li pirsa rojnamevanekî Kurd, ku dixwaze pilanên wan bi xwendevanan bide nasîn vegerînin. Lewma piştî derbasbûna derdora mehekê rojan jî wan ti persiv li ser pirsên min nedan, ne bi erênî û ne bi nerênî.
5-Nebersivdana wan partiyan bi tenê wisa tê famkirin ku, ew di vê mijarê de yekcarê bê karname û plan in, û dibe ku vê mijarê girîng jî nabînin, li wê astê ku bersiva pirsên wisa jî nadin.
5-Heger ne ji ked û xebatên kesane li vir û wir ba, ev rêjeya ku bi Kurdî dixwîne û dinivîse wê tineba, ji ber diyare ti pilan û karnameyên diyar li cem van partiyan jibo parastina zimanê Kurdî nîne.
6-Ez wek hemwelatiyekî Kurd, ji daxuyanî, lêdwan û piraniya ragihandina van partiyan têdighêm ku, mijara ziman li cem wan hatiye paşguhxistin û qet girîngî pê nehatiya dan, ji xwe ev yek xweş diyar dibe dema ku hejmara herî mezin ji serkirdeyên rêzên yekem, duyem û sêyem jî dibîne ku nizanin bi Kurdî ne bixwînin û ne binvîsînin.
7-Partiyên navborî û partiyên din jî xwe bi şopînerên damezrênerên yekemîn partiya Kurdî li Sûriyê, mîna Dr, Nûredîn Zaza, Apê Osman Sebrî û Reşîd Hemo…hd dizanin û xwe didin nasîn, lê mixabin îro em dibînin ku zimanê Kurdî bi şêweyekî pir mezin li cem van partiyan hatiye paşguhkirin, tiştê û karên ku damezrênerên yekemîn partî jib o ziman kirine van hemû partiyan nekirine.
Dawî
Metirsiya ku îro li ser Zimanê Kurdî heye, ji metirsiyên berê zaltir e, ji ber berê rêjeya nexwendewariyê bi zimanê fermî ku Erebî ye gelekî di nav Kurdan de kêm bû, lê niha Kurd bi rêjeyeke mezin bi zimanê fermî dizinin bixwînin û binvîsin, û zimanê fermî bûye di her malê de, û bi her kesî re, bi rêya nêt û alavên pêwendiyê yên nûjen, lewma metirsî bêhtir e. beramberî vê metirsiyê jî partî û hêzên Kurdî ji ber vê mijarê bê xem in, û karên ku têne kirin, ku bêhtirên xwe ji aliyê kesayetiyên serbixwe û xemxurên Zimanê xwe ne, têra wê yekê nakin ku metirsî li ser ziman nemîne.
Di vê gotarê de min xwest ku balê bikşnim ser pilan û karnameyên hejmarek ji partiyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, ew partiyên ku bersiva min dan, ez spasiya wan dikim, ew partiyên ku bersiva min nedan bi hêvîme ku ne bi mebest bersiva min nedabin. Lê ev mehek jî derbas bû hîna ti aliyekî bersiva min nedaye.
Parastin, pêşxistin û geşpêdana zimanê Kurdî hîmê serekî yê doza neteweya Kurd e, hebûna Kurd û Kurdistanê bi man û parastina Ziman dibe, ji ber ziman danê çand, filklor û hemû berhemên gelê me ye, lewma divê bi şêweyekî pilankirî û zanistî li ser vê mijarê kar were kirin.