Çima rewşa korona li Kurdistana Sûriyê nayê eşkere kirin

Çima rewşa korona li Kurdistana Sûriyê nayê eşkere kirin

Aram Ehmed

Ev demeke li Kurdistana Sûriyê behsa amarên korona nayê kirin, û heger hejmar tê belav kirin jî hejmar kêm têne xuyakirin. Lê rêjeya mirinê her zêde ye. Lê niha bi hatina core nû yê korona dê rewş çawa be gelo, û çima dezgehên tenduristiyên yên ser bi PYD ve vê yekê behs nakin. Welatiyê bi navê Ehmed Elî wiha dibêje, divê hemû amarên rasteqîne ji xelkê re were eşkere kirin û ji xelkê neyê veşartin heta ku parastina xwe bikin, bi rastî corê nû yê korona gelekî zû belav dibe û dê bibe sedema zêdebûna haletan.
Emar jî dibêje divê dezgehên tenduristiyê xwe ji şepêla nû re amade bikin û kombûn werin qedexekirin, divê biryarên nû bêne derxistin ku di berjewedniya welatiyan de be û nebin rêgir li ber karên wan, divê welatî pabendî rênmayan bibin û dûrî gemarê bikevin û maskan li xwe bikin, heta ku xwe ji vê vayrosê biparêzin.