Rewşenbîrî

Rewşenbîrî

Narîn Omer

Rewşenbîrî yan ronakbîrî peyveke latîniye û ji çandiniyê hatiye yan jî ji qada kû nahatibe cotkirin û çandin lê ew xakek û qadeke baş e hêjaye ji çandiniyê re, û hiş û mejî û hestên mirov jî wihane dikare raman û tiştên baş têde biçîne
pir pênasînên ji ronakbîriyê hene lê em dikarin li ser peyvên Zanyarê cîhanî Taylor rawestin dema ew rewşenbîriye didenasîn û dibêje:
"(rewşenbîrî ew lêkdana sergihayî e kû zanyariyên xwezayî û efsaneyên zanistî, û ol , û huner, û rewişt, û yasa, û kelepûr, xwe di bin sêwana wê de dicivînin û cih digrin û mirov wekû endamekî civakî wan bi dest tîne".
Ango mirov van agahî û zanyariyan di qad û xaka hiş û mejî û hestên xwede diçîne û piştre li gel û civaka xwe û li tevayî jiyan û cîhanê belav dike.
Çi kesê karibe bi vî karê girîng rabe ew dibe rewşenbîr û em kurd dibêjin ronakbîrî û ronakbîr jî ji ber kû ew mîna mûm û finda ye rêk û pêkên rast û dirust li pêş kes û mirovan vedikê û ronî dikê, û rewşenbîr bixwe piştî westandin û livandina wî ya kûr û dirêj di warê rewşenbîriyê de û xwarin û vexwarina wî ji ji çavkanî û zevîyên wê dibe alava ronahiyê, civak û gerdûnê ronî dike bi zanyarî û zelalbîna hest û ramanên xwe û nezanî û tarîbînê diveşrê û li ser hiş û çavan dide alî û radike.
Rewşenbîr ewe yê ku hişmendiyeke xurt û bi hêz di mejyê wî de tê çandin bi cihkirin, û nêrînên wî ji hemî hêlan ve yên konevanî û ramyarî û çandî û aborî û civakî kûr û dirêj bin û giyanê pakrewaniyê û dilsoziyê vêre xurt be, û bikaribe karê xwe bicih bîne, û bi bûyerên civak û milet ve hatibe girêdan û li pêşya miletê xwe bilive û kar bike, û bi xweşî û nexweşî vî miletî ve pir hatibe girêdan, lewma Lênin gotiye:(Rewşenbîr çavên miletên xwene"
Eger rewşenbîr ne ewe yê kû rewşenbîriyê diafirînê ji ber kû ew berî wî afirandiye lê bê wî rewşenbîrî nîne û ew wê ji warê rawestandinê dike warê livandinê de û giyan û rewan didiyê.
Zanyar Giramşî cudabînê dike navbera rewşenîran de û dibêje yê rast û nerast heye û liwîs kozer dibêje:
Rewşenbîr pêmayên kehene û pêxembera ye û ji erkê wan e kû ew li rastiyê bigerin û wê biparêzin û tiştên pîroz û baş yên ku civak û şaristanyê dişopînin

Û dibêjin:
Ji lewma ne her kes dikarê bibê rewşenbîr û hijmara rewşenbîran li seranser cîhanê û bi taybet di civaka rohelatî te kêmin, û çênabê heg yek ji me bake û bêjê :ez rewşenbêr im yan jî em rewşenbîr in
çend zanyaran gotine ku:
her mirovek rewşenbîr xwendevan e lê ne pêwîste her mirovek rewşenbîr xwendevan be, û ne çi kesê xwendevan û xwediyê bawernamiyên bilind dibe rewşenbîr ji ber kû ew bi alikî tenê ji aliyên zanistiyê ve hatiye girêdan û mebesta wî ji bawernameyên wî kû ew karibe pê bijî û rewşa xwe ya civakî û kesayetî pêkbîne
Rewşenbîrê kurd kiye?
Helbet ew jî yek ji wan rewşenbîrên cîhanî ye û kû divê ew bibê çav û gav ji gelê xwe re û bibê rêberê milet û civakê û riyên rast û pêkhatî li pêş wan deyênê û ronî bikê û bi wan re bê di hemî çax û derfetan de û bi xweşî û nexweşiyan û bibe rexnevan û nirxevanê hişmend û zanyar lê pêwîste ew di nêrînên xwe de serbixwe bimînê û hêzdar bê ku ew ji rastiyê nerevê û li himber hemî şaştyan rewestê û dudilî çara wî nebe û ne drû be
ya herî giring ku ew rihsivik û baş bimîne di dan û standinên xwe bi civak û gel û derdoran re û xwe li ser kesî nebîne û eger bi zanibê gotin û karê wî rastin û wan negihure û ew nebê boq ji vî alî yan ji wî alî re û rexnê li çi tişt û karên çewt û nerast bikê tevlî em dikarin erê bikin ku kesê rewşenbîr û ronakbîr çavdêrê civakê ye û çavên dil û ramanên wî mîna rewangehê ne û civakê û mirovan ji riya çewt divegerînin û berê wan didin riya rastî û xweşiyê.