Barzaniyê nemir sembola azadî û berxwedanê

Barzaniyê nemir sembola azadî û berxwedanê


Kurdistan

Barzaniyê nemir , rêberekî miletê Kurd û Kurdistanê yê dîrokî ye ku em bi giramî bibîrbînin.
Ew di 14.03.1903an de ji dayikbûye û di roja 01.03.1979an çûye ber dilovanîya xwedê. Ango adara îsal, 116mîn salvegera ji dayikbûna wî û salvegera 40emîn ya wefata wî ye.
Ji roja jidayikbûnê heta wafata wî, jiyana Mele Mustafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê , ya di sedsala 20an de ye . Jiyana Mele Mustafa Barzanî yê nemir, bi şer, hefs , koçberî, surgun , wêranî û bi trajedîyên mezin ve dagirtî ye. Herweha jiyana M. Mustafa Barzanî, bi xweşî û nexweşîyên xwe, bi serkeftin û şikestinên xwe, bi welatperwerîyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi hêvî, dilsozî û biryardarîyê,bi berxwedanê û bi sekneke bi şexsiyet ve hatîye hûnandin.
Melle Mustafa Barzanî di temama jiyana xwe de, tu carî nefsbiçûktî, sebir, tolerans û xweşbînîya xwe ji dest berneda.
Mele Mustafa Barzanî, bi rêbaz û xebat û têkoşîna Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ahmed Barzanî û di medreseya welatperwerîya wan de perwerde bûye. Rêbaza M. Mustafa Barzanî, berdewamîya rêbaza Rêxistina Azadî ya Xalid Begê Cibrî, ya Xoybûnê, ya Komara Kurdistanê ye. Ew berdewamîya doza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, îhsan Nurî , Qazî Mihemed e.
Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî ye.
Weke Serfermandarê Artêşa Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) di ava kirina Komara Kurdistanê de roleke dîrokî lehîstî ye. Ew damezranêr û Serokê Partîya Demokrat a Kurdistan-Iraqê ye. Mele Mustafa Barzani, piştî hilweşandina Komara Kurdistanê, 11 salan li Yekitiya Sowyetê li gel 500 hevalên xwe yên pêşmerge jiyaneke gelek zehmet derbas kir. Mele Mustafa Barzanî, di sala 1958an de vegerîya Iraqê lê di demeke kurt de, mecbûr ma di sala 1961ê de şoreşa îlonê destpêbike. Di 11ê adara 1970yê de bi hikûmeta Iraqê re peymana otonomîyê îmze kir. Rejîma Beesê şerdên peymanê pêk neanîn. Mele Mustafa Barzanî dîsa di 1974an de dest bi şerê çekdarî kir. Lê di 1975ê de bi Peymana Cezayirê, bi lihevhatina Iraq û Îranê û nevbencîtîya Emerîkayê, Emerîka û Îranê dawî li piştgiriya xwe ya jibo Mele Mustafa Barzanî anîn û şoreşê şikest xwar. Mele Mustafa Barzanî şer rawestand. Vekişîya İranê. Û di roja 1ê adara 1979ê de jiber nexweşîya xwe çû ber dilovanîya xwedê.
Ala Kurdistanê ya ku Pêşewa Qazî Mihemedî teslîmî Mele Mustafa Barzanî yê nemir kir, tu carî neket erdê. Û ew alaya ku Mele Mustafa Barzanî yê nemir teslîmî pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, bi gelek êş û zilm û qetlîaman ve, lê bi têkoşîna pêşmergeyên qehreman li Başûrê Kurdistanê îro bi awayekî serfirazî li ser Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê li ba dide.
Xebat , têkoşîn, sekin û şexsîyeta Mele Mustafa Barzanî yê nemir îro jî jibo hemû Kurdên cîhanê cîhê rêzê û hêvîyê ye. Mele Mustafa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû, dilsoz û serokek bû. Di qada navneteweyî de cîhekî xwe yê grîng hebû.
Mele Mustafa Barzanî yê nemir serokê partiya xwe , yê miletê xwe, yê welatê xwe bû. Xebat û têkoşîna wî xebat û têkoşîna me ye.
Mele Mustafa Barzanî yê nemir li her çar perçeyên Kurdistanê jî, di dilê her Kurd û Kurdistanîyekî de çavkanîya dilsozî, bawerî, niştimanperwerî, sebir, xebat û rêzdarîyê ye.
Azadî û serxwebûna Kurdistanê dê xelata herî mezin be jibo Barzanîyê nemir. Mihemed Elî dibêje, divê alîgirên Partiya demokrata Kurdistan-Sûriya pebendî rewanê rêbaza Barzanî bin ew rêbaza ku bi sed hezaran şehîd ji bo wê hatie dayîn, ew bi xwe rêbazeke pîroz e û nabe tik es li pêş wê raweste.
Cemîla jî dibêje, nabe kesayetî bibêje ez li ser vê rêbazê dimeşim û di kokê de pransîpên rêbazê cîbicî neke. Ya herî giring di dema niha de rêzgirtina vê rêbaza pîroz û parastina xaka Kurdistanê.