Ava me qut dikin, petrola me ji wan re diçe
Kurdistan
Netewên Yekgirtî daxwaza komkirina 251 milyon Dolar ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê û rojhilatê Sûriyê dike.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Stephane Dujarric li New Yorkê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, 5 milyon kes li Kurdistana Sûriyê û bakur û bakurê rojêhilatê Sûriyê rastî krîza kêmbûna avê hatine, divê ev pirsgirêk di zûtirîn dem de were çareserkirin.
Got jî, ji ber kêmbûna asta avê û têkçûna westgehên pompekirina avê, av bi awayekî têr û temam nagihe hemû xelkê herêmên bakurê Sûriyê.
Herwiha got: “Kêmbûna ava vexwarinê ya pak, dibe sedema belavbûna nexweşiyên û rêza yekem a rûbirûbûna Koronayê kêm dike.” Destnîşan kir jî: “Kêmbûna elektirîkê jî bandor li sektora tendirustî û perwerdehiyê kiriye.”
Dujarric ji bo çareserkirina krîza kêmbûna avê, daxwaza komkirina 251 milyon Dolaran kirine, lê heta niha tenê 51 milyon Dolar hatine dabînkirin.
Diyar kir jî, Neteweyên Yekgirtî bi hevalbendên xwe re, pilanek ji bo şeş mehên bê ji bo alîkariya 3.4 mîlyon kesên ku li wan deveran herî zêde bandor li wan bûye, daye destpêkirin.
Ava vexwarinê ya Bajarê Hesekê û deverên derdora wê, ji wêstgeha Elok ya li Serê Kaniyê ye, komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ji dema Serê Kaniyê dagîr kirine, dest danîn ser wê wêstgehê û niha weke çekekî li dijî welatiyên li deverê bi kar tînin û avê dibirin.
Bi kêmbûna avê re,gelek kêşeyên din rû didin ,nemaze ku vayrosa Korona li deverê belav bûye û pêwîstî bi paqijiyê bêtir heye, û dema ku xelk jî ava bîran bikar tînin, nexweşiyên din mîna zikêş û jehriyê derdikevin, beriya heftiyekê,bi hezran haletên jehiriyê li nexweşxaneyên Hesekê û Qamişlo hatibûn tomar kirin.
Li ser mijar û pirsgirêka avê li Kurdistana Sûriyê rojnameya Kurdistan nerîna hejmareke welatiyan wergirt.
Fûad Ebdulhekîm wiha di vê derbarê de got,rewşa xizmetguzariyan bi giştî li Kurdistana Sûriyê gelekî xerab e û bi taybet rewşa avê ku niha li Hesekê av tine, û sedema wê jî qutkirina ava wêstgeha Elok li Serêkaniyê ye ji aliyê grûpên çekdar ve,lewma divê civaka navdewletî û dewletên zulhêz vê tawana dijî mirovahiyê rawestînin heta ku xelkê van deveran aveke paqij bidest bixin,û ava gemar ji nav wan biçe, û êdî jiyaneke xweş bê pirsgirêk derbas bikin, û ava paqij ji wan re were dabîn kirin,û ji nexweşî û êş û azaran dûr bikevin,xelkên Kurdistana Sûriyê hêjayî jiyaneke xweş in ku dûr ji pirsgirêkan.
Ciwan Îmad jî wiha got, ya giring di dema niha de ava paqij bighê xelkê Hesekê,û ev mijar neyê dirêjkirin ji ber ku rastî bazirganî bi pirsê dikin,ji ber ku niha bi rastî bazirganî bi mijara ava Hesekê tê kirin, elikitrîkli ser Serêkaniyê tê qutkirin di beramber de jî av li Hesekê û Tiltemirê tê qutkirin, herwiha carcaran behsa rêkeftinan tê kirin,herwiha destêwerdana Rûsiya di vê pirsê de,ev hemû jî xelkê sivîl baca vê yekê didin lewma divê karekî cidî ji vê pirsa mezin û karesatê re were danîn heta ku xelk ava paqij bidest bixin.
Cuma jî wiha dibêje, herkes dizane ku petrol û sotemenî bi qaçaxî derbasî Serêkaniyê û Girêspî dibe, di demekê de ku grûpên çekdar avê li ser xelkê me li Hesekê û Tiltemir qut dikin,gelo ev yek tê wateya çi,çima ev yek tê kirin ev hemû jî berjewendiyên aliyan e, û ti aliyek berjewendiya miletême li ber çavê xwe nagire, gelo wê kengî ev alî berjewendiyên xelkê xwe bixne pêşiya berjewendiyên partîtî, ev bazirganiyê bi xelkê dikin û pirsa avê jî bi siyasî hatiye kirin, lewma divê sînorek ji vê yekê re were danîn.