Divê kujerên Komkujiya Amûdê werin sizadan
Kurdistan-Salar Cuma
Bajarê Amûdê ku di destpêka şoreşa sûriyê de ji sala 2011an ve, bi miletê sûriyê re li dijî desthila Beşar Esed rabû û di her Înekê de derketin xwepêşandnan.Li gor çalakvan dibêjin, berî destpêkirina xwepêşandnan, asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk ew bajar dorpêç kirbû û 3 xortên çalakvan girtibûn, ji ber wê yekê welatiyên Amûdê ji 17 Hezîranê ve dest bi xwepêşandananên aştiyane kirin û daxwaza azadkirina wan xortan kirin. Di 20 Hezêranê de hejmarek ji xortan ketin girfta birçîbûnê û gotin ku, girfta wan dê berdewam be heta girtiyên wan ji aliyê asayîşê ve bên berdan.
Xwepêşandan heta 27 Hezêranê berdewam bûn, lê bersiva asayîşê ji wan xwepêşandanan re avêtina guleyan bû, ku di encamê de 6 welatiyên sivîl şehîd bûn û hejmareke din ji welatiyan birîndar bûn. Ji wê rojê ve xelkê Amûdê wê rojê bi roja pêncşema reş binav dikin. Li ser kuştin û avêtina guleyan ji aliyê endamên asayîşê ve Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl di wê demê de ragihand ku, kesên çekdar di nav xwepêşanderan de hebûn û wan kesan gule avêtin endamên Asayîşê û bû sedema kuştina endamekî wan, ku bi vê yekê jî endamên asayîşê gule avêtin û armanca wan ne kesên sivîl bûn.
Sala par YPGê ku baskê leşkerî yê PYDê ye berpisatiya xwe di ber komkujiya Amûdê ya sala 2013an de ragihand û lêbihûrîn ji malbatên şehîdan xwest û tekez kir, nabe bûyereke wiha di dîroka Kurdistana Sûriyê de dubare bibe.
Peyvdarê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd di daxuyaniyekê ragihand: “Bûyerên roja 27 û 28ê Hezîrana 2013an de bûne, karesatek bû û ziyanekeke mezin gihande gelê me, divê ev di dîroka Kurd û Rojava de dubare nebe.”
Fermandariya Giştî ya YPGê got: “Em wek Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwe berpirsyarê vê bûyera xemgîn dibînin û bi şaşiya mezin a ku di encama rûbirûhatinekê di navbera yekîneyeke me ya serbaz dema ku ji eniyên şer vedigeriyan û komek ji xwepêşanderên li pêşiya navenda Asayîşê kom bûbûn, daxwaza serbestberdana ciwanên çalakvan dikirin û di encamê de kesên bêguneh jiyana xwe ji dest dan, mikur tên.”
Di beşeke din a daxuyaniya YPGê de hat: “Em wek Fermandariya Giştî ya YPG`ê xemgîniya xwe ya kûr û mixabîniya xwe raber dikin. Her wiha em amade ne her tiştê pêwîst bikin da ku vê birînê di dîroka şoreşa Rojava de derman bikin, lêbihurîna xwe radigihînin û qerebûkirina manewî û madî ji malbatên şehîdên gelê me yên bajarê Amûdê re pêşkêş bikin.”
Fermandariya Giştî ya YPGê di dawiya daxuyaniyê de dibêje: “Ji bo pêkanîna lihevhatinê û bidestxistina aştî, aramî û ewlehiyê di dilê gelê me de, me fedakarî kiriye û ev yek erk û mafê gelê me li ser me ye û peywirek e ji bo her kesê parastin û ewlehiya vî gelî mîsoger dike, em amade ne her tiştê pêwîst bikin.” . Herwiha malbatên qurbaniyan jî daxwazê wan hene û ew ji daxwazên xwe danakevin. Ji wan jî dadgehkirina serkirdên siyasî yên (PYDê) yên wê demê ku biryara vê tawanê dane. Herwiha dadgeh irin û sizadana serkirdeyên leşkirî yên (YPGê) yên wê serdemê ku ev tawane cî bi cî kirine.. lêborîn xwestin ji gelê Amûdê bi giştî û malbatên şehîdan bi taybetî. ew dibêjin her dema ku ev yek hat encam dayîn wê demê dê lihevhatin were kirin.
Mihemed Ebdula yek ji kesûkarên qûrbaniyan wiha li ser vê mijarê dibêje, divê kujerên vê komkujiyê werin sizadan û li pêş xelkê werin eşkerekirin, nabe ew ji dadweriyê birevin, berpirsyaretî tenê ne bese e û xelk bi vê yekê dilê wan xweş nabe.Esma Mihemd jî wiha dibêje, ya herî giring ew e ku xelk ji daxwazên xwe danekevin û daxwaza sizadana kujeran bikin, xelkê Amûdê hêjayî wê yekê ne ku bighên mafên xwe.